Balyoza Amerîkayê li NY: Armancgirtina kampa Mexmûrê binpêkarî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Amerîkayê li Netewên Yekgirtî derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser kampa Mexmûrê tekez kir ku “armancgirtina kampa Mexmûrê binpêkarina yasayên navdewletî ye.”
Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê îro, kampa Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Balyoza Amerîkayê li Netewên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield derbarê êrişa li ser kampa koçberan a Mexmûrê li hejmara xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kir.
Balyoza Amerîkayê li NYê di peyama xwe de ragihand, wan ji Tirkiyê re zelal kirine ku armancgirtina xelkê sivîl ê kampa Mexmûrê binpêkirina hiqûqa navdewletî û mafên mirov e.
Linda Thomas-Greenfield, her di wê peyama xwe de got, “Em nîgeranin ji tundûtûjiya li nêzikî Kampa Mexmûrê û em daxwaz ji hemû aliyan dikin rêz li mafên penaberan bigirin."
Yesterday, I made clear to Turkish officials that any attack targeting civilians at Makhmour refugee camp would be a violation of international and humanitarian law. I’m deeply concerned about violence near the camp today and call on all sides to respect the rights of refugees.
— Ambassador Linda Thomas-Greenfield (@USAmbUN) June 5, 2021
Serpereştyarê Mîhwera Mexmûr-Giwêr a Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku êrişa esmanî li nêzikî kampa koçberan a Mexmûrê bû û li gor zanyariyên piştrastkirî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.”
Li gor zanyariyan ew bombebarana Tirkiyê bi rêya firokeyên bêfirokevan bû.
Li gor medya nêzikî PKKê jî, “Tirkiyê bi firokeyên bêfirokevan kampa Mexmûrê bombebaran kir.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan çend roj berê gefa êrişekê bo ser Mexmûrê xwaribû û gotibû, ew herî kêm bi qasî Qendîlê girîngiyê bi Mexmûrê jî didin.
Li ser pirseke derbarê Qendîlê de Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê kir ku “du qendîl hene yek li Iraq û yek li Îranê, tevî ku aliyê li Îranê gelek lêdan li ser çê bû, ti encamek nehat wergirtin” got, “Piştî wê Qendîla duyem wek armanc hat diyarkirin.”
Di dewama gotinên xwe de Erdogan diyar kiribû, ew herî kêm bi qasî Qendîlê girîngiyê bi Mexmûrê jî didin û got, ew Mexmûrê wek hêlîna PKKê dibînin û li navenda bajar mezin dibe û eger ew destwerdanê nekin dê tim berfireh bibe.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî berî niha gotibû ew hewl didin di meselaya Mexmûrê de hevahengiyê li gel “birayên xwe yên Iraqî” bikin.
Akar meha Nîsanê jî di daxuyaniyekê de rexne li hebûna gerîlayên PKKê li Mexmûr û Şingalê girtibûn û gotibû, ew çaverê dikin ku “tişta pêwîst” bê kirin.