Hasan Saltik deng û rengên cûrbecûr ên Mezopotamyayê berhev dikir

05-06-2021
Rawîn Stêrk
Merasîmên oxirkirina muzîkjen Hesen Saltîk birêve çûn
Merasîmên oxirkirina muzîkjen Hesen Saltîk birêve çûn
Nîşan Hasan Saltik
A+ A-

Strenbol (Rûdaw) - Yek ji xizmetkarên herî navdar ên kultur û muzîkê li Tirkiye Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da. Hasan Saltik ku damezrînêrê Kalan Muzîkêbû, çêkeriya zêdetir ji 900 berhemên hunerî kiribû. Saltik ku li cîhanê weke antropologê muzîka Anadolê dihate navlêkirin, bi beşdariya dehan hunermendên ku keda wî li ser hebû, hejmarek parlementer û navdarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat oxirkirin. Hevşa mala cemê bû mozaîkek ji rengan çawa ku jiyana wî jî wisa bû.

Mala Elewiyan, ango Mala Cemê ji bo şîna Hasan Saltik tije bû ji navdar û naskiriyan ku bi awayekî bandor li jiyana temamê van kesan kiriye. Bi dehan hunermend, sînemager, siyasetmedar, dîplomat û muzisyen ji bo oxirkirina Hasan Saltik li hev kom bûn. Her yek wî bi pênaseyeke cûda lê hemû weke kesek ji malbata xwe rave dikin.

Derhêner û siyasetmedar Sirri Sureyya Onder dibêje: “Ya rast cîhana kultur û çandî ya Tirkiye hafizaya xwe jidest da. Tişta ku em herî zêde jê dûr in û tişta ku herî zû wenda dibe hafiza ye. Wî jî bi hezar zehmetiyan ew mîrate derxist holê. Saltik bi heysiyeteke mezin nêzikî hemû kulturên vê xakê dibû. Gelekî bi qîmet bû.

Muzisyen Yavuz Bingol jî got: “Me dostekî xwe yê 25 salan wenda kir. Bi rastî Kalan Muzîkê deh qat zêdetir kar û xizmeta kulturê kir. Wî kir ku nifşên nû muzîka etnîk binasin û binazin. Him ji bo welat him ji bo cîhanê wendahiyeke gelekî mezin e.”

Hasan Saltik di sala 1964an de li Dêrsim hatibû dinê. Piştî kar û warên cihê li Stenbolê Kalan Muzîk avakiribû. Saltik çendîn sal in deng û rengên cûrbecûr ên Mezopotamya û Anadolê berhev dikir, tomar dikir, albûm ji bo dehan hunermendan amade dikir. Di çarçoveya xebatên xwe yên etnomuzîkolojîk de bi kurdî, ermenkî, pomakî, lazî, çerkezî, û çendîn zimanê din çêkeriya berheman kir. Dehan hunermend bi firê xistin û arşîveke bê hempa ya kulturî li dû xwe hişt.

Hunermend Kubat jî wiha axivî: “Serê camiaya me ya muzîkê sax be. Kekê Hesen ji bilî çêkeriyê, çêkerekî dilan bû. Tevî corona hun dibînin herkes li vir e. Kedeke wî ya mezin kete ber hemû reng û kêmnetewên vê xakê. Kesekî gelekî taybet bû. Stran nivco man û serê me hemûyan sax be.”

Hunermend Mazlûm Çîmen jî dibêje: “Hemû karên ku divê wezareta çandê bikirana wî bixwe dikirin. Dikola û jê derdixist. Wendahiyeke kulturî ye û tu dibê qeş nîvê jiyanama me bi xwe re bir. Bi rastî arkeologekî mezin çû.”

Saltik mîrateya  kulturî ya Anadolê bi saya festîvalên cihê raberî cîhanê kir. Bi dehan akademisyen û berhevkarên cîhanî bi saya xebatên wî gihîştin çavkanî û xezîneyeke mezin. Saltik çêkerbû, lê karên ku wî mohra xwe li binî xistine, çand, kultur û bawerî û netewên cihê cihê ku li ber wendabûnêne dê bi cîhanê berdewam bide nasandin. Saltik ku ji ber qeyrana dil jiyana xwe jidest da bavê 3 zarokan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst