Serokatiya Herêma Kurdistanê: PKK aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê têk dide

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de li ser şehîdbûna 5 Pêşmerge ragihand, “Bi tundî wan êrîşan şermezar dikin ku berî sibehiya îro çekdarên PKK li navçeya Metîna ya li tixûbê Amêdî li ser Pêşmerge kirin.”

Li çiyayê Metîna yê ser bi Amêdiyê ve îro di demjimêrên sibehê de êrişek bo ser Hêzên Pêşmerge hat kirin û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de li ser wê êrişê û şehîdbûna Pêşmerge ragihand, “Pirse û serxweşî li kesukarên şehîdan dikin dikîn û hevbeşê xema wan in, hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, “em dûpat dikin ku pêwîst e sînorek ji bo van reftarên PKK beramber bi Herêma Kurdistanê bê danîn û bi tu awayekê nabê berdewam bin ku bê hêcet ev demeke 30 salane beramber bi xelkê Herêma Kurdistanê dike û bûye sedema berdewam êşandina welatiyan û rêgiriyê li ava‌dankirin û vegerana jiyana bi sedan gund û dêhatên Kurdistanê kiriye.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi hebûna gerîlayên PKKê li nav sînorên Başûrê Kurdistanê dike û dibêje, “Ew berdewam bûne sedema dirustkirina kêşeyan û hîç rêzek li îdare û yasayên Herêma Kurdistanê nagrin û berdewam aramiya gel û welatê me dixin ber gef û metirsiyê.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha diyar dike, “Dûbare daxwaz dikin û hişyariyê dikin ku PKK êdî nebê sedema alozî û pişêwiyê, çekdarên xwe li tixûbên Herêma Kurdistanê dûr bixe û rêz li kiyan û îdare û sînorên Herêmê bigre û axa Herêma Kurdistanê neke pêgehek ji bo êrîşkirina ser welatên cîran û têkdana aramiyê, Hikûmeta Federaliya Iraqê jî divê li vî derbarî de erk û berpirsiyariya xwe bi cîh bike.”

Wezareta Pêşmerge derbarê êrişê de ragihandibû, “Îro sere sibehê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzêke Pêşmerge di dema pêkanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê qezaya Amêdiyê, bi armanca parastina ax û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek li ber wan hatiye danîn û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”

Hêzên Parastina Gel (HPG) jî berî niha ragihandibû, “Hêzên Iraq û PDK’ê yên ketin nava liv û tevgerê êrîşî kampên gerîla kirin. Hêzên HPG/YJA Starê jî ji bo zêdetir hêz bi pêş ve neyên guleyên hişyariyê teqandine.”

Berpirsê Lîwaya 1 a Pasewanên Sînor red dike hêzên Iraqê li wî cihî bin û ji Rûdawê re ragihand, “Ti hêzeke pasewanên sînor ên Iraqê li wê navçeyê nînin û di şer de jî beşdar nebûne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek nû derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge belav kir û ragihand ku ew nizanin kê û çawa derb li Hêzên Pêşmerge daye.

Di daxuyaniyê de hatiye,  piştî ku hêzên Pêşmerge “ketine qada kampa hêzên me yên li herêma Metîna bi armanca ku werin hişyarîkirin bi çekên şexsî gule bi hewayê de hatine avêtin.”

HPGê ragihandiye, “Ji wesahitên zirxî yek jê ku guh neda vê hişyariya me û tevgera xwe domandî piştre çawa derb lê ketiye ji aliyê me ve nehatiye tespîtkirin.”

Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî êrîşa li sînorê qezaya Amêdiyê ya li dijî Pêşmergeyan şermezar kiribû û daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê û partiyên siyasî kiribû ku li dijî êrişan yek deng bin.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge li çiyayê Metîna ji Rûdawê re ragihandibû, hêzên wan ketin “kemîneke PKKê” û diyar kir, “bi çekên giran ên wek roket, BKC, RPG û qenas êrişî Pêşmerge kirin û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn.” Serbest Lezgîn got jî, di encama wî şerî de hejmareke gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dan.