Firokeyên Tirkiyê Sîdekan bombabran kirin: 3 pêşmerge birîndar bûn

05-06-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Sîdekan Pêşmerge Firokeyên Tirkiyê Bombebaran PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Çarşemî 5ê Hezîranê di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de, 3 pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê li sînorê bajarokê Sîdekanê birîndar bûn ku birîna yek ji wan dijwar e.

 

Li gor agahiyan, firokeyên cengî yên Tirkiyê serê sibeha îro Çarşemî di saet 05:20 de binke û baregehên PKKê li Geliyê Şêxzade ya gundê Mêrgereş li sînorê bajarokê Sîdekanê bombebaran kirin.

 

Di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de, 3 pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ku nêzîkî cihê bombebaranê bûne, birîndar bûne. Li gor agahiyan, birîna yek ji wan pêşmergeyan dijwar e.

 

 

Cîgirê Bataliyona 2 a Hêza Pêşmerge, Muqedem Îsa ji Rûdawê re ragihand: “Piştî bombebarana firokeyên Tirkiyê, agir bi pûş û giyayê deverê ket û 3 pêşmergeyên xelkê gundê Mêrgereş ên bi navê Xoşewî Mîkaîl, Muhacir Mîkaîl, Ezîz Cavir û Xelîl Silêman diçin jibo ku agir vemirînin. Di vê demê de firokeyên Tirkiyê wan bombebaran dikin, ku her sê pêşmerge birîndar dibin.”

 

Muqedem Îsam got: “Birîna 2 ji wan pêşmergeyan sivik e, lê belê pêşmergeyekî din lingekî xwe ji dest daye û birîna wî giran e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst