BI VÎDEO – Li Pirdê berhêmên çandinî yên Kurdan hatin şewitandin

05-06-2019
RÛDAW
Nîşan Cotkar Kurd Berhem Genim Ceh Şewat Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro serê sibehê di demjimêr 08:30ê de agir li zeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd ên li sînorê Pirdê ket û rûbereke mezin a ji genim û cehên cotkaran şewitîn.

 

 

Xelîl Şêx Bizênî û Yeqûb Şêx Bizênî ku dîmenên şewatê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandine, dibêjin: “Vê sibê agir dest pê kiriye û heta niha demjimêr 15:00ê hêj nehatiye kontrolkirin.”

 

 

Li gor gotinên şahidên bûyerê, agir li gundên "Serbîr, Darman û Çiyayê Çermûkî yên li sînorê bajarokê Pirdê ketiye, heta niha rûbera zêdetirî 400 donim zevî hatine şewitîn û agir jî berdewam e".

 

 

Herwiha cotkarekî Kurd ê bi navê Îdrîs Hemze ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 10:00 agir li dexl û danên cotkarên Kurd ên li devera Banî Qerebeg, bilindahiyên Sermîr heta digihîje Gelûzî ketiye.”

 

 

Di şev û rojekê de 2 hezar donim erd genim û ceh li Kerkûkê hatine şewitandin

 

Ji şevê din heta pîştî nîvroya îro çarşemê 5ê Hezîrana 2019an nêzîkî 2 hezar donim erd berhemên çandiniyê yên genim û ceh li sînorê parêzgeha Kerkûkê hatin şewitandin.

 

Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya Qaymeqamiya Kerkûkê Kawe Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ji şeva derbasbûyî heta piştî nîvroya îro nêzîkî 2 hezar donim erd genim û ceh li deverên Hewîce û Riyaz û gundên derdorê hatine şewitandin.”

 

Kawe Hesen herwiha eşkere kir: “Planeke dijî Kerkûkê bi giştî heye ji bo jinavbirina berhemên genim û ceh, planeke taybet nîne ji bo gundên Kakeyiyan, bêyî ciyawazî li dijî Kerkûk û pêkhateyan, planeke mezin e.”

 

Hesen diyar kir: “Li gor zanyariyan heta niha 18 hezar donim erd genim û ceh li parêzgeha Kerkûkê hatine şewitandin.”

 


 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst