Çekdarên Silêman Şah genimê cotkarên Efrînê talan dikin

05-06-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Çekdarên Silêman Şah Tirkiye Cotkar Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Grûpa çekdar a Silêman Şah a opozisyona Sûriyê ku ser bi Tirkiyê ve ye, li devera Şiyê, genimê cotkarên Efrînî talan dike.

 

Çavkaniyekê ji devera Şiyê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku çekdarên grûpa Silêman Şah genimê cotkarên çend gundên ser bi bajarokê Şiyê diçînin û dest datînin ser berhemên zeviyên wan.

 

Li gor vê çavkaniyê, bûyerên destdanîna ser genimê cotkarên li bajarokê Şiyê, li gundên Erindê û Qermitliq û çend gundên din hatine kirin.

 

Heman Çavkaniyê da zanîn, ku hêzên Tirkiyê li deverê çavên xwe li ser van kiryarên çekdarên grûpa Silêman Şah digirin û ti tedbîran li dijî wan nastînin.

 

Ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarî yên opozisyona Sûriyê ve, gelek raport derbarê talankirin û dizîna mulk û malên xelkê Efrînê di medyayan de hatine belavkirin û bi dehan wêne û vîdeo li ser wan bûyeran hatine weşandin.

 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ji 20ê Çileya 2018 ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê dabûne destpêkirin û di 18ê Adarê de û piştî 58 rojan navenda bajarê Efrînê kontrol kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst