4 welatan peywendiyên xwe yên diplomatîk bi Qeterê re birîn

Navenda Nûçeyan – Erebistana Siûdî , Behrên, Îmarat û Misirê peywendiyên xwe yên diplomatîkî li gel Qeterê qut kirin.
Her çar welatên Erebistana Siûdî , Behrên û Îmarat û Misir biryar dan ku şandên xwe yên diplomatîk û tevahiye rêyên asmanî, bejahî û deryayi di gel Qeterê qut bikin.
Erebistana Siûdî ragihand ku wan ji bo 24 demjimêran rêyên asmanî û deryayi ji bo Qeterê birîn, herwiha Behrên jî ji aliyê xwe ve 14 roj dane wan Qeteriyên ku li Behrênê dimînin da ku ji Behrênê derkevin û nahêle ku qeterî derbasî nav axa Behrênê bibin bi hinceta ewlehiyê.
Berhên dema 48 demjimêran daye şanda diplomatîk a qeterî heta ku ji Behrênê derkeve.
Siudiyê jî rê li ber derbasbûna xelkê Siûdiyê bo Qeterê girt.
Qutkirina peywendiyên diplomatîkî di gel Qeterê vedigere ser wan daxuyaniyên ku ji aliyê Mîrê Qeterê ve hatibûn belav kirin bo destpêkirina pêwendiyan li gel Îranê û acizbûna piraniya welatên sunne.