Ofîsa Barzanî daxuyanî da: Ti pêwendî bi Barzanî ve nîne

05-06-2016
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî PDK Mihemed Salih Cuma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsa Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, ku kesatiyê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Salih Cuma ne şêwirmendê Barzanî ye û bi ti sîfetî ve jî ne girêdayî Barzanî ye.

 

Ofîsa Ragihandina Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî îro yekşemî 5ê Hezîranê daxuyaniyek derbarê gotinên kesatiyê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Salih Cuma de belav kir.

 

Ofîsa Ragihandina Serokê PDKê di daxuyaniyê de dibêje, ku Dr. Mihemed Salih Cuma bi sîfeta Şêwirmendê Siyasî yê Barzanî hin nêrîn derbarê rewşa siyasî ya deverên û têkiliya navbera partiyên Kurdistanî ligel welatên deverên aniye ziman.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dr. Mihemed Salih Cuma ti sîfeteke fermî û siyasî nêzîk ji Barzanî nîne û daxuyanî û nrênîn wî bi ti awayî rengvedana siyaseta Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê nînin.”

 

Ofîsa Raginadina Serokê PDKê, gotinên Cuma wek nêrînên wî yên kesî bi nav dike.

 

Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin: “Siyaseta PDKê derbarê welatên herêmê de zelal e û li ser Bingeha rêzgirtin û karkirin bo tenahî û aştiyê hatiye damezrandin. Ligel partiyên Kurdistanî jî me bawerî bi yekrêzî û xebata hevbeş bi ber berjewendiyên bilind ên gelê xwe de heye û PDK pêzanîn bo xebat û qurbanîdana aliyên siyasî yên Kurdistanê heye.”

 

Mihemed Salih Cuma di çend hevpeyvîn û daxuyaniyên rojnamevanî de bi tundî êrişî ser welatên cîranên Iraqê, bi taybet Îranê kiribû. Herwiha Cuma êriş kiribû ser PKKê û wî di daxuyaniyên xwe de PKK û şaxên wê yên li parçeyên din ên Kurdistanê wek kirêgirtiyên Tehran û Şamê bi nav kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst