Fermanber dê hindiktir bişixulin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ragihand ku meha Remezanê dewama fermî dê li hemû dezgehên hikûmî yên Kurdistanê bê kêmkirin.


Li gorî daxuyaniyeke Dizeyî ku îro li ser malpera hikûmetê hatiye weşandin, fermanber meha Remezanê dê di navbera saetên 09:00 - 14:30 dewama xwe bikin.


Dewama fermî li Herêma Kurdistanê di navbera saetên 08:00 - 15:00 de ye. Bi boneya Remezanê dewam du saet tê kêmkirin.