ROJAVA – DAIŞ ji 3 aliyan ve êrişî Ezazê dike

 

Dîlok / Heleb (Rûdaw) - Li derdora bajarê Helebê, şer û pevçûn di navbera hêzên dijbereya sûrî û çekdarên DAIŞê de berdewam in. Hat ragihandin rêxistina DAIŞê gelekî nêzîk bajarokê Ezazê yê ku li bakurû Helebê bûye.

 

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hêzên Rêxistina Sultan Ebdulhemîd a tikmanî Xelîl Hemîd ji Rûdawê re diyar kir çekdarên DAIŞê ji 3 aliyan ve êrişî bajarokê Ezazê dike û gelekî nêzîkî navenda bajarokê bûne.

 

Hemîd amaje kir ku rêxistina DAIŞê zêde zerarê dide xelkê tirkman û herwiha heta niha 30 hevalên wan jiyana xwe ji dest daye.

 

Xelîl Hemîd wiha got: “Li bakurê Helebê şer û pevçûn bi tundî berdewam in. Em jî li dijî DAIŞê şerî dikin. Rêxistin  li herêma Mera, Harçelê û Girêxazê êrişî Ezazê dike. Li bajarok çend komên biçuk ên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê li dijî DAIŞê şer dikin lê hem hejmaran ji yên me zêdirin hem jî çekan wan ji yên me bihêztir in.”

Li gorî Hemîd gelek gundên Ezazê di bin metirsiya rêxistinê de ne û derbarê vê yekê de jî wiha got:

 

“Li herêmê bi hezaran kes dijîn. Ezaz gelekî nêzîkî deriyê sînorê Kilisê lê ji çûyin û hatin re girtiye. Ji ber vê sedemê jî welatiyên sivîl nikarin ji bajarok birevin. Kesên ku bi qaçaxî derbas dibin jî ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve tên girtin.”




Xelîl Hemîd