Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir

05-05-2024
RÛDAW
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir
Nîşan Amûdê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriye ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandanek li dar xist.

Alîgirên Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriye li bajarê Amûdê yê Rojavayê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşanderan daxwaza azadkirina girtiyên siyasî, çalakvan û rojnamegerên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de kir.

Di xwepêşandanê de hat xwestin ku hunermend Nasir Caro jî were berdan.

Hunermend Nasir Caro 21ê nîsanê ji aliyê Asayîşa Rêveberiya Xweser ve hatibû desteserkirin û heta niha jî nehatiye berdan.

Endama Partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriye Zekiye Resûlê di xwepêşandanê de axaftinek kir û got:

“PYDyê û alîgirên wê Nasir Caro. Ew di salên 90î de diçû li paytexta Beasê diçû ber deriyê serokatiya rejîmê û serokatiyên wezîrên wê.

Ji wê rojê ve Nasir Caro mil bi mil bi hevalên xwe re dilsoz û bi hesteke neteweyê alîkarî dikir.

Îro mixabin em dibînin bi destê birayên me tê desteserkirin û girtin.

Herwiha gelek kiryarên çewt û xirab li miletê me yê sivîl tên kirin.

Zarokan ji dibistan û hembêzên dayikan direvînin.

Bi leşkeriya neçar a di ber deverên wekî Reqa û Dêrezorê de mixabin keç û xortên me têne kuştin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst