MÛŞ - 2 malbat berî 8 mehan pev çûn: Rûspiyan ew li hev anîn

05-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Dijmintî Lihevhatin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beranikê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê du malbatên ku di navbera wan de dijminatî hebû bi navbeynkariya rûspiyan li hev hatin.

Li gundê Alîkirpûnê yê navçeya Beranikê, berî 8 mehan di navbera du malbatan de ji ber sedemeke nayê zanîn pevçûn derketibû û di encamê de kesek birîndar bûbû.

Piştî pevçûnê di navbera her du malbatan de dijminatiyê dest pê kir.

Rûspiyên Mûşê demek e ji bo lihevanîna her du malbatan navbeynkarî dikir û di encamê de her du alî razî bûn ku li hev werin.

Îro her du malbat li mizgefta gundê Alîkirpûnê kom bûn û bi beşdariya rûspî û hejmarek welatiyên din li hev hatin.

Rûspiyê ji Mûşê Bakî Duygu li ser lihevhatina her du malbatan got:

“Me gelekî hewl da û em gelekî westiyan.

Di encamê de aqilê dawî bi ser ket û me îro ew li hev anîn.

Înşallah hêviya me ew e ku ji îro û pê ve ti pirsgirêkek çênebin.

Em bawer dikin ku ew dê cîrantiya hev bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst