Ji bo 16 bajarên bakurê welêt hişyariya barana gur

05-05-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 16 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ragihand ku dê danê êvarê li parêzgehên Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê barana gur bibare.

Herwiha li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê jî barana gur dibare.

Li bakurê bajarên Serhedê li herêmên ji 2 hezar metreyan bilind berf û baran bi hev re dibare.

Saziya Keşnasiyê, ji ber barana gur hişyariya lehî, vedana birûskan, ba û bahoz, zîpik û pirsgirêkên trafîkê da.

Saziyê ji welatiyan xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst