Çima zarokên Bakurê Kurdistanê tên kuştin?
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzer Yasemîn Soydan kuştina zarokên Kurd ên Bakurê Kurdistanê dibe rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY).
Endama Komelaya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê û Komîsyona Bîr û Mafên Zarokan Yasemîn Soydan bi du hevalên xwe raporeke bi navê “Eger Nemiriban dê Bibûna Hevalên Me” amade kir.
Rapor ji çîrokên wan zarokên Kurd ên Bakurê Kurdistanê pêk tê ku di navbera salên 2000-2020î de hatine kuştin û birîndarkirin.
“Di navbera salên 2000-2020î de derdora 385 zarok hatine kuştin”
Yasemîn Soydanê derbarê rapora xwe de ji Arti Gerçekê re axivî û got:
“Di navbera salên 2000-2020î de derdora 385 zarok hatine kuştin û derdora 850 zarok jî birîndar bûne.
Me çavdêriya wê yekê kir ku ev mirin di çarçoveya proseyê de tên guhertin û bi guhertina proseyê sedema mirinan jî tê guhertin.”
Soydanê da zanîn ku ji ber zêdebûna rûbirûbûnên di navbera PKK û Artêşa Tirkiyeyê de li deverên çiyayî û di encama mîn û paşma û teqemeniyên şer de 80 zarok hatine kuştin û got:
“Sedema mirina van zarokan li qadên rûbûrûbûnan ew e ku li qada xwe ya jiyanê ajelên xwe çêrandine.
Dibe ku 100 metre dûr ji mala xwe ya li gund ajelên xwe çêrandibin an jî ji xwe re lîstibin.”
“Bi hatina wesayitên zirxpoş mirina zarokan bileztir bûye”
Yasemîn Soydanê diyar kir ku di navbera salên 2006-2009an de polîtîkayên ewlehiyê li bajaran û di xwepêşandanên civakî de rengvedane û wiha pê de çû:
“Kuştina zarokan a bi zirxpoşan yekem car di van serdeman de çêbûne.
Wate bi hatina wesayitên zirxpoş û çekên giran a nav bajaran mirina zarokan bileztir bûye.”
“Komkujiya Roboskiyê vê serdemê dest pê kir”
Soydan amaje bi wê yekê da ku tevî dihat pêşbînîkirin ji ber proseya çareseriyê di navbera salên 2010-2014an de mirina zarokan kêm bibe lê di wê serdemê de jî 74 zarok bi çekan rasterast hatine armanckirin û kuştin û got, “Komkujiya Roboskî vê serdemê dest pê kir.”
“Piraniya mirinan di encama lêdana zirxpoşan de çêbûne”
Endama Komelaya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê û Komîsyona Bîr û Mafên Zarokanê behsa bûyerên şerê xendekan ê li Bakurê Kurdistanê jî kir û wiha pê de çû:
“Di navbera salên 2015-2016an de 8 zarok di jêrzemînên Cizîrê de hatin şewitandin û kuştin.
Tenê di navbera salên 2015-2016an de 136 zarok hatine kuştin û 199 zarok birîndar bûne.
Ji sala 2017an û pê ve jî êdî zirxpoşên leşkerî beşdarî jiyana zarokan bûne.
Piraniya mirinan, di encama lêdana zirxpoşan de çêbûne.
Eger em bala xwe bidinê di bin navê `polîtîkayên ewlehiyê` de midaxale her diçe zêde bûne û hem li navendên bajaran belav bûne û hem jî qadên azad ên zarokan berteng kirine.”
“NY pirsgirêkên zarokên Kurd nabîne”
Soydanê diyar kir ku divê parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl derbarê mirin û kuştina zarokên Kurd de berpirsyariyê wergirin û got, "Neteweyên Yekbûyî wan pirsgirêkên ku zarokên Kurd dijîn nabîne.”
“Ji bo zirxpoş ji bajarên Kurdan bên derxistin, em dê mijarê bibin rojeva NYyê”
Di berdewamiya axaftina xwe de Yasemîn Soydanê tekez kir ku ew dê ropara xwe ya derbarê mirin û kuştina zarokên Kurd de bibe rojeva Neteweyên Yekbûyî û wiha anî ziman:
“Ji bo rakirina bilez a zirxpoşan û çekên giran û bicîhanîna Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî divê hemû parêzvanên mafan dest bi xebatê bikin.
Em ji bo rakirina zirxpoşan û çekên giran ji bajarên Kurdan difikirin ku vê mijarê bibin rojeva Neteweyên Yekbûyî û ji bo ku ev yek bibe rojev çi ji destê me bê em dê bikin.”