Çewlîg - Otomobîlê li hespê da: Miriyek, 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çewligê otomobîl li hespê qelibî, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku M.K. diajot li ser rêya Çewlîg û bajarojê Xoşkarê li hespa ku ji nişkê ve derket ser rê da.

Di qezayê de şofêr M.K canê xwe ji dest da û 5 kesên din ên di otomobîle de jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendirustiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Li aliyê din, hespa ku otomobîl lê dabû jî mirar bû.