Rêveberiya Xweser biryara xwe ya derbarê bazirganên şekir de aşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da bazirganan, û ragihand ku eger ew şekirê çayê veşêrin daku piştre bi nirxekî zêde bifiroşin welatiyan, dê 2 salan ji kar bên dûrxistin.

Desteya Aborî ser bi Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê roja Pêncşemê 4ê Gulanê, hişyarî da ku şekirê çayê neveşêrin û girantir nefiroşin.

Di biryara Desteya Aborî de gefa wê yekê hatiye xwarin ku eger bazirgan şekirê çayê veşêrin û piştre bi nirxekî zêde bifiroşin welatiyan, egere cara yekem be dê dest bi ser şekirê wan de bê girtin û dê 3 mehan ji kar bên dûrxistin.

Li gor biryarê, eger kiryara veşartina şekir û giran firotina wê hat dubarekirin, bazirganên şekir ên ku biryarê binpê bikin, dê 2 salan ji kar bên dûrxistin.

Niha li navçeyên Rêveberiya Xweser yek kîlo şekirê çayê li bazaran bi 10 hezar lîreyên Sûrî tê firotin.