Li Çiyayê Agiriyê berf barî

05-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê di meha Gulanê de li beşek ji Çiyayê Agiriyê berf barî. Barîna berfê di 45mîn roja biharê de bala xelkê kişandiye ser xwe.

Îro Înê 5ê Gulana 2023an li Herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê baran barî, lê li çend cihên bilind berf barî.

Li gor zanyariyan, li beşeke Çiyayê Agirî li Îdira Bakurê Kurdistanê ku bilindahiya wê 5 hezar û 137 metre ye berf barî.

Di çend rojên dawî de bi zêdebûna pileya germê beşek zêde ya berfa heyî heliyabû lê careke din bi barîna berfê serê Çiyayê Agiriyê spî bûye.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê jî ragihandiye ku dê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê zêde bibe, lê tê pêşbînîkirin ku toz bibare.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst