Ciwanekî ji Kobaniyê nêzîkî 2 salan e winda ye; dayika wî hawar dike

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî xelkê gundê Aşmê yê bajarokê Sirîn a Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê salek û 10 meh in winda ye û dayika wî daxwaza diyarkirina çarenivîsa wî dike.

Dayika Hemed Şewket Bozê dibêje kurê wê 5 sal in bê beramber bi HSDê re bûye û piştî ku salekê li malê rûnişt biryar da ku biçe û erkê leşkeriyê pêk bîne lê ji wê demê ve kurê wê nediyar e.

Dayika Hemed bi dilekî tije hawar dike û dibêje, “Kurê min çûk e û bi esmanan firiya?” û eşkere dike ku deriyek nemaye ku lê nedane û tiştek li ser kurê wan derneketiye.

Dayika Hemed her wiha dibêje ku du caran bi rêya ragihandinê bang li aliyên peywendîdar dike lê ti kes bersiva wê nade û tevî wê jî ew amade ye 10 carên din jî biaxive û nasekine heta ku kurê xwe bibîne ya tiştekî li ser wî nas bike.

Dayika Hemed dibêje ku kurê wê hejmara wê ya telefonê nas dike û heger sax be bila yekser piştî vê bangê pê re biaxive û di dawî de jî dibêje, “Ez bezar bûme, êdî bes e.”

Hemed Şewket Bozê ji gundê Qasimiyê yê ser bi Sirînê ve ye û di sala 2001an de ji dayik bûye û dema temenî wî 14 sal bûn tevlî nav HSDê bûye û ji 27 Tîrmeha 2021an de winda ye.