Çekdaran li Raco ya Efrînê pîrejinek îşkence kirin

05-05-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojava Pîrejin Îşkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên bi navê Polîsên Leşkerî yên ser bi Tirkiyê ve, li navçeya Raco ya Efrînê, pîrejinek îşkence kirin.

Medyaya xwicehî ragihand, ku li navçeya Racoyê di navbera 2 eşîrên Ereb ên hawirde de ji bo çadirekî şer derket.

Li gor agahiyan, her du eşîran bi çekan şerê hev kirine.

Polîsên Leşkerî yên ser bi Tirkiyê ve jî destwerdan kirine û hewl dan wan kesên ku beşdarî di şer de kirine bigirin, lê jinên wan rê nedan Polîsên Leşkerî ku destwerdan bikin.

Ji ber wê jî wan polîsan li hejmareke jinan dan di nava wan de jineke bi temen û hejmareke jinên din jî desteser kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst