Hunermend Seîd Gabarî li Hewlêrê hat bibîranîn

05-05-2023
RÛDAW
Hunermend Seîd Gabarî
Hunermend Seîd Gabarî
Nîşan Seîd Gabarî Hunermendê Kurd Hewlêr Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di sêyemîn salvegera koça dawî ya xwe de, hunermendê navdarê Kurd Seîd Gabarî li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê hat bibîranîn.

Merasîma bîranîna hunermend Seîd Gabarî duh Pêncşemê 4ê Gulana 2023an li gundê Mela Omer ê ser bi bajarê Hewlêrê ve hat lidarxistin.

Seîd Gabarî roja 4ê Gulana 2020an, ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê koça dawî kiribû û li goristana gundê Mela Omer ê Hewlêrê hatibû veşartin.

Seîd Gabarî 13ê Nîsana sala 1956an li gundê Xirbê Kejê yê Amûdê ji dayik bûbû, 50 salan stranên şoreşgerî, Folklorî û evînî gotin û xizmeteke mezin a huner û muzîka Kurdî kiriye.

Seîd Gabarî ji temenê 8 salî ve bînahiya çavên xwe ji dest dabû. Ji salên 1970an ve dest bi stranbêjiyê kiribû, sala 1980an hatibû Başûrê Kurdistanê û bi hunera xwe mil bi milê pêşmergeyan şer kiribû.

Piraniya tekstên stranên wî yên hozanvanên navdarên Kurd Cegerxwîn û Tîrêj bûne û heta niha 4,712 stran gotine.

Di sala 1970an de ji ber straneke şoreşgerî tê girtin û hikûmeta Suriyê gelek îşkenceyan li wî dike, piştre ku tê berdan ji ber zextên siyasî neçar dimîne ku biçe Ewropayê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst