Xelkê Şingalê daxwaza derketina hêzên nava bajêr dikin

05-05-2022
Yûsif Rabih
Bi sedema şerê di navbera artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de, zirarên  gihşt welatiyên navçeyê
Bi sedema şerê di navbera artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de, zirarên gihşt welatiyên navçeyê
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Piştî derketina şer li hinek deverên Şingalê, hikûmeta Iraqê hêzeke mezin li Şingalê kom kir û navendên xwe li derveyî bajêr ava kirin û li hemberî vê yekê welatî dibêjin ku ew ji van hemû hêzên şerker aciz in û daxwaz dikin ku asayîşa Şingalê radestî  hêzên fermî bê kirin.

Bi sedema şerê di navbera artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de, zirarên  gihşt welatiyên navçeyê, welatiyek dibêje ew dixwazin şer bê rawestandin û rewş ewle bibe, êdî zarok û jinên wan netirsin, her aliyek çi bike bila bike.

Serokê Eşîra Çêlka ya Êzidî Rostem Yûsif ji Rûdawê re got, “Bila şer ji mala me dûr be da ku jin û zarokên me careke din netirsin. Em naxwazin careke din zilm li wan bê kirin. Em ji bilî vê tiştekî din naxwazin. Tenê şer ji me dûr bixin.”

Di şerê li herêmên rojavayê Şengalê de jî çekên giran hatin bikaranîn. Ji ber şer û pevçûnan bi sedan malbat neçar man malên xwe biterikînin.

Fermanber Cemîl Silêman jî ji Rûdawê re wiha got, “Her kes dizane ku em bêalî ne. Bang û daxwazên me ji bo hemû aliyan zelal in. Em dixwazin nakokiyên siyasî û hizbî bi dawî bibin û hêzên leşkerî ji vir derkevin."

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, artêşa Iraqê, polîsên federal û Heşda Şeibî navenda navçeya Şingalê kontrol kirin. Asayîş Êzidxan ku nêzîkî YBŞ û PKKê ye, rojavayê herêmê û herêma dikeve ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kontrol dike.

Selam Heskanî ku bi xwe karmendê dewletê ye jî got, “Me îro li vir daxuyanî da. Serokên eşîran jî li vir bûn. Em naxwazin tiştên di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de qewimîn dubare bibin. Ji ber pevçûnan xelkê me malên xwe terikandin. Em ji wan dixwazin ku şer ji herêma me dûr bixin."

Ji ber şer û aloziyên vê dawiyê, ji bilî ziyanên canî, bi hezaran welatiyên Şingalê careke din koçberî kampên li Herêma Kurdistanê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst