RÛDAW TAYBET – Xelkê Şingal koçber dibe; çarenivîsa xwendekaran çi dibe?
Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber şer û aloziyên wê dawiyê yên di navbera hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û artêşa Iraqê de li sînorê qezaya Şingalê, bi hezaran kes ji xelkê navçeyê careke din koçber bûne, ku hejmarek ji wan xwendekar in û çarenivîsa xwendina wan ketibû ber metirsiyê. Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdistanê jî ragihand, xwendekarên ku ji ber rewşa Şingal û derdora wê cihê xwe yê niştecîbûnê bi cih hiştine, dê li kampên Duhokê alîkariya wan were kirin, da ku ezmûnên xwe encam bidin.
Derbarê rewşa wan koçberan û xwendekarên Şingalî de ku ji ber şer û aloziyên wê dawiyê koçber bûne, Tora Medyayî ya Rûdawê dîbeytek saz kir û Berdevkê Fermî yê UNHCR li Iraqê Fîras El-Xetîb, Rêveberê Giştî yê Navenda Hevbeş a Hemahengiya Krîzan li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hisên Kelarî û Cîgirê Berpirsê Ofîsa Duhokê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mihemed Hewar têde beşdar bûn û têkildarî mijarê axivîn.
Rêveberê Giştî yê Navenda Heveş a Hemahengiya Krîzan li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hisên Kelarî îro Pêncşembê 5ê Gulana 2022an di bultena demjimêr 13:00 a Rûdaw TV de ragihand, tenê di 3 rojên bihorî de zêdetir ji 1700 malbatan ji Şingalê koçberî parêzgeha Duhokê û sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê bûne.
Hisên Kelarî got, “Ji destpêka pevçûnan ve heta demjimêr 23:00 şeva derbasbûyî ku tîmên me li xalên kontrolê yên Sihêla û Mehmûdiyê ne, 1711 malbat koçberî sînorê parêzgeha Duhokê û sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê bûne, ku ji 10,261 kesan pêktên. Ji şeva bihorî ve heta niha bi kêfxweşî ve ti kes koçber nebûye.”
Derbarê hejmara koçberên navxweyî yên li Herêma Kurdistanê ku heta niha nevegeriyane navçeyên xwe, Hisên Kelarî diyar kir, “Piştî sala 2003 û di encama kiryarên terorîstî yên li başûr û navenda Iraqê de destpê kir, koçberbûna xelkê jî destpê kir, lê di sala 2014an de dema ku rêxistina terorîstiya DAIŞê navçeyên Sunniyan girt, ku dikarim bêjim hejmarek beçav nêzîk 1,5 milyon kes ji başûr û navenda Iraqê û bi taybet ji navçeyên Sunnî koçberî Herêma Kurdistanê bûn.”
Rêveberê Giştî yê Navenda Heveş a Hemahengiya Krîzan li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dibêje, “Bi giştî heta niha 600 heta 700 hezar kes ji koçberan hene ku xelkên navçeyên başûr û navenda Iraqê ne, ji wê hejmarê jî nêzî 280 hezar kes xelkê qezaya Şingal û derdorê ne.”
Derbarê çarenivîsa xwendekarên Şingalê de ku nêzîkî dema ezmûnên dawiya salê ji ber şerê navbera YBŞê û artêşa Iraqê koçber bûne, Hisên Kelarî got, “Hemû rêxistin û wezaretên hikûmetê jî li benda zanyariyan in, roja 3ê Gulanê ku ez bi xwe li Duhokê bûm me biryar da careke din hûrbînî di daneyan de bê kirin daku radestî aliyên peywendîdar bê kirin. Pêwîst e hevahengî di navbera perwerdeyên navçeyên ku xwendekar jê koçber bûne û Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê de bê kirin, daku ewên xwendekar in ji ezmûnan neyên bêparkirin.”
Berdevkê Fermî yê UNHCR li Iraqê Fîras El-Xetîb jî di vê dîbeytê de ragihand, helwesta Netewên Yekgirtî derbarê koçberan de xuya ye, wê yekê weke mijareke navxweyî dibîne, herwiha wek beşek ji wê hevbeşiya ku heye, di warên hawarçûnê, xwarinê, perwerde, tendirustî û avê de alîkariya hikûmetê dike.
Fîras El-Xetîb herwiha diyar kir, “Hikûmet hatiye hawar wan koçberan û plan daniye, em jî wek hevbeşekî li gor şiyanên xwe di wan warên ku min behs kir, piştgirî û hevkariyê dikin.”
Derbarê hewldanên UNHCR bo vegerandina koçberan bo cih û warên wan jî, Fîras El-Xetîb got, “Ev mijareke navxweyî ye, Netewên Yekgirtî piştevan û alîkar dibe ji bo vê yekê, lê belê helwesta Netewên Yekgirtî di vî warî de sabit e ku divê veger bi awayekî bi dilê xwe be, bi awayekê be ku kerameta xelkê bê parastin û xizmetguzarî jî hebin, çê nabe ku koçbereke bi awayekê demkî vegere navçeya xwe û careke din koçber bibe, belku pêwîst e veger bi awayekî hertimî be. Em jî bi her awayî piştgiriya hewldanên hikûmetê yên ji bo vêya dikin.”
Cîgirê Berpirsê Ofîsa Duhokê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mihemed Hewar jî derbarê mijarê de diyar kir, “Heta niha zêdetir ji 1700 malbat hatine sînorê Herêma Kurdistanê, ji wê hejmarê jî nêzîkî 1000 malbat di nava kampan de navê xwe qeyd kirine, piraniya wan li Kampa Çemişko û Bacid Kendal li ser daxwaza xwe hatine bicihkirin.”
Mihemed Hawar destnîşan kir, wan wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî têkiliyeke baş ligel Navenda Krîzan û Rêveberiya Koç û Koçberan a Duhokê heye û tekez kir, “Çi li Sihêla be û çi li kampan be em pêşwaziyê li xelkê dikin û alîkariya wan dikin.”
Piştî bultenê jî Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Alan Hemed Seîd derbarê rewşa xwandekarên Şingalî yên koçber de bi taybet xwendekarn Sinûnê, Xanesor û Dugurê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, ew nahêlin mafê xwendekarên Şingalê ji dest biçe.
Wezîrê Perwerdehiya Herêma Kurdistanê dibêje ji ber rewşa li navçeya Şingalê, bi taybetî li Sinûnê, Xanesor û Dugirê, xwendekaran berê xwe dane parêzgeha Duhokê, loma biryar dane ku li dibistanên herî nêz, xwendekarên koçber, navên xwe tomar bikin û ezmûnên xwe encam bidin.
Alan Hemed Seîd got, wî têkilî bi Wezîrê Perwerdeyê Iraqê kiriye û daxwaz jê kiriye, tedbîrên pêwîst bikar bîne ji bo ku xwendekarên Şingalî bikarin ezmûnên xwe yên dawiya salê bikin û mafê wan ji dest neçe.
Her îro Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Xwendevanên ser bi dibistanên Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ku niha liel malbatên xwe çûne parêzgeha Duhokê û li kampan an jî li dervey kampan dijîn dikarin xwe li dibistanan tomar bikin û yên dervey kampan jî li dibistanên herî nêzîk dikarin xwe tomar bikin û beşdarî ezmûnan bibin.”