Şaredarê berê yê Serêkaniyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê berê yê navçeya Serêkaniyê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê Îsmaîl Arslan, li bajarê Îzmîrê hat girtin.

Piştî ku biryara cezayê wî ya ji doza Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Rihayê ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve hat pesendkirin, Îsmaîl Arslan roja 28ê Nîsanê li Îzmîrê hatibû desteserkirin.

Arslan piştî bo dadgehê hat birin, bi biryara dadgehê bo Girtîgeha Tîpa F a Kirklarê hat şandin.

Îsmaîl Arslan di 12ê Kanûna 2016an de hatibû desteserkirin û piştî ku 14 mehan girtî mabû, hatibû berdan.

Dadgehê di 17ê Temûza 2018an de 9 sal û 3 meh ceza li Arslan birîbû û ji bo erêkirina dawî dosyeya wî bo Dadgeha Bilind hatibû şandin.