Galeriya wêneyan

05-05-2022
19 Photos
Bilind T. Abdullah

Grûpa muzîkê ya bi navê “Colemêrg Collective” ku endamên wê li Colemêrga Bakurê Kurdistanê dimînin, li Hewlêrê konsertek saz kir.

Ew konser bi rêkxistina Mala Muzîkê ya Zehawî li ser Keleha Hewlêrê hat lidarxistin û Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsoriya wê kir.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw û ji gelek kesayetên din ji beşên Kurdistanê beşdarî konserê bûn.

Mala Muzîkê ya Zehawî dê her meh li ser Keleha Hewlêrê konseran li dar bixe û Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsoriya wê bike.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw