Li Kanî Masê kesekî Danîmarkî bi bombeyekê canê xwe ji dest da

05-05-2022
RÛDAW
Li Kanî Masê bombeyek bi kesekî Danîmarkî ve teqiya
Li Kanî Masê bombeyek bi kesekî Danîmarkî ve teqiya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiya Kanî Masê ya ser bi Amêdiyê ve bombek bi siwarekî bisikletê yê Danîmarkî ve teqiya û di encamê de canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê Rûdawê yê Duhokê Eyup Nesrî ragihand ku li îro 5ê Gulana 2022yan saet derdor 13.00ê li nêzîkî gundê Baruxê du siwarên biskiletê rêya xwe ya çûna Amêdiyê winda kirin û bombek li ber yek ji wan teqiya û yên din jî saet derdora 16.00 pêşmerge ji rewşê agahdar kiriye.

Rêveberiya Nexweşxaneya Kanî Masê bo Rûdawê da zanîn du welatiyên Danîmarkî bi rêya deriyê Sînorî yê Serzêr ê di navbera Bakurê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê de derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibûn.

Rêveberê Îdareya Nexweşxaneya Kanî Masê Ehmed Ednî piştrast kir ew du welatiyên Danîmarkî çûbûn ser rêyeke ku çend sal in çûn û hatin li ser nîne û bombeyek li devera Gundê Barûxê li ber yek ji wan teqiyaye.

Rêveberê Tîma Hawarçûnê ya 122 yê Dihokê Heysem Berbiharî bo Rûdawê got ku wan tîmên xwe li Kanî Masê raspardine û ew ber bi cihê bûyerê ve çûne.

Rêveberiya Nexweşxaneya Kanî Masê ji Rûdawê re da zanîn ku ji ber dijwariya birîna xwe ew kesê birîndar canê xwe ji dest daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst