Odeya Pizîjkî ya Amedê: Divê Idrîs Baluken bê azadkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Pizîjkî ya Amedê (DTO) banga azadkirina parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Idrîs Baluken ku hezar û 534 roje di girtîgehê de ye kir.

Odeya Pizîjkî ya Amedê li ser hesabê xwe yê Twiterê daxwaz kir ku parlamenterê berê yê HDPê Idrîs Baluken ku bijîjke bê azadkirin.

Di parvekirinê de bal tê kişandin ku Baluken bi awayekî bêhiqûqî hezar û 534 roje di girtîgehê de ye û dibêje: “Em ji nêzîk ve şahidê têkoşîna çalakvanê Odeya me Dr. Idrîs Baluken bûn. Her dem ji bo mafên mirov, tenduristî, aştî, demokrasî çalakvan bû. Lê ev hezar û 534 roje bêmaf û bêhiquq girtiye. Ji bo hemû kesan Edalet, ji bo Idris Baluken azadî.”

Idrîs Baluken di proseya çareserkirinê de ligel parlamenterên HDPê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di şanda Imraliyê de cihê xwe digirt.

Baluken roja 4ê Kanûna 2016an bi hevserokên HDPê re hat girtin û piştre di çilêya 2017an de hat berdan. Lê ji ber neqebulkirina dozgerî dîsa biryara girtinê derket û di encama dadweriyê 16 sal û 8 meh ceza hat dayin.