Galeriya wêneyan

05-05-2021
17 Photos
RÛDAW

Geliyê Gemîciyê yê li navçeya Çemîşgezekê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê bi dewlemendiyên xwe yên dîrokî, çandî û xwezayî va balê dikşîne.

Bajarê Dêrsimê di navbera çiyayên Munzur, Hel, Mar û Sulbusê de wek biheşteke veşartî ye û dema bihar tê bêtir xweş û bedew dibe.

Li navçeya Çemîşgezekê biharê Geliyê Gemîciyê bi kulîlkan xemilî û her der hêşîn bû.

Ji ber vê xwezaya xwe kesên xwezahez û wêneyan dikşînin diçin li gelî behna xwe vedidin.

Wêne: AA