Şîrovekarê Siyasî: Armanca Tirkiyê dagirkerî ye

05-05-2021
RÛDAW
Şîrovekarê Siyasî Cemal Çelkî
Şîrovekarê Siyasî Cemal Çelkî
Nîşan Çemal Çelkî Tirkiye PKK Başûrê Kurdistanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şîrovekarê Siyasî Cemal Çelkî dibêje, armanca sereke ya Tirkiyê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û hebûna PKKê jî tenê hincetek e û tekez dike, “Eger sînorek neyê danîn rengvedanên wê dê metirsîdar bin li ser pêşeroja Kurdistanê.”

Şîrovekarê Siyasî Cemal Çelkî derbarê dawîn operasyon û êrişên artêşa Tirkiyê de li nav axa Başûrê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû.

“Armanc dagirkirin û lawazkirina pêgeha Kurdan e”

Cemal Çelkî amaje bi wê dike ku operasyona artêşa Tirkiyê ya vê dawiyê gelek mezin e û dibêje, “Armanca sereke û bingehîn dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û lawazkirina pêgeha Kurdan e li deverê.”

Çelkî balê dikişîne ser cihên binkeyên leşkerî yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê û dibêje, “Hemû bingehên wan ên leşkerî nêzikî cihên sivîl in. Operasyona vê care jî li nêzikî gundên avedankirî birêve diçe. Taybetî jî gundê Kêste û Hirorê. Lewma armanc dagirkirin, tirsandin û peydakirina rewşeke ne aram e li deverê. Eger sînor bo dewleta Tirk neyê danîn, rengvedanên wê dê gelek metirsîdar bin li ser pêşeroja Kurdistanê.”

Li ser sedema operasyonan jî ku Tirkiye hebûna PKKê wek hincet nîşan dide, Çelkî dibêje, “Ew ên li çiyayên Başûrê Kurdistanê, Kurdên Tirkiyê ne û Tirkiye li şûna ku êriş bike divê pirsa wan bi diyalogê çareser bike, ne ku  pirsên xwe bibe derveyî sînoran. Eger armanca wan lêdana PKK ye, çima binkeyên xwe li nêzikî Zinarê Kêste, Hirorê ava dikin, çima naçin deverên din. Hebûna PKKê tenê hincetek e.”

“Derketina Tirkiyê ne karekî hêsan e”

Li ser nakokiyên di navbera aliyên Kurdî de jî ku hev sûcdar dikin li ser hatina Tirkiyê bo nav axa Başûrê Kurdistanê, Cemal Çelkî dibêje, “Ya balkê bêdengiya desthilatdarên Herêmê ye li beramber van operasyonên ku gelek metirsîdar in û zerarmendê yekem desthilatdariya Herêma Kurdistanê ye. Divê desthilatdarî û rayedarên hikûmetê helwestên tund nîşan daban û lobî çêkiriban ku Tirkiye zêdetir nehatiba pêş. Ji ber ku Tirkiye dixwaze bilindahiyên vê deverê û cihên nêzikî herêmên sivîl bigire û her bosteke ku Tirkiye bikevê derketina wê karekî hêsan nabe.”

Ew şîrovekarê siyasî balê dikişîne ser rewşa xerab a aboriya deverê ji ber operasyonên Tirkiyê û dibêje, “Dibe di pêşerojê de sîstemeke çetegerî û rewşeke ne normal bînin pêş û êdî her tişt ji destê desthilata Herêmê û partî û aliyên siyasî jî derkeve. Pêwîst bû hemahengiyek di navbera PDK û PKKê de hebûya.”

“Pêwîst bû aliyên Kurdistanî li hev kiriban”

Li ser pirsa “Gelo divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi bike ku di demekê de PKK li wan deveran e û Tirkiye jî guhdar nake?” Cemal Çelkî dibêje, “Rêya herî rast ew e ku fişar li Tirkiyê hatiba kirin. Her çiqas rewabûna hebûna PKKê li nêzikî xelkê sivîl nebe jî, lê PKK wek aliyekî Kurdistanî û aliyên din ên Herêmê dikarin bi awayekê peywendî pêk anîban û bi nehênî li hev kiriban. Tirkiye aşkere dibêje ku destkefteke Kurdan li ku derê be dike armanc.”

Cemal Çelkî behsa siyaset û nêzîkahiya dewleta Tirkiyê ya li hemberî gelê Kurd dike û dibêje, “Em dizanin ku Tirkiye neyareke dijwar e bo gelê Kurd û armanca wan ew e ku nehêlin pirsgirêka Kurd li ti cihan serbikeve. Siyaseta înkarkirina gelê Kurd bi rêya çekê nabe çareserî.”

Li ser pirsa di demekê de ku Tirkiyê êrişên xwe zêdekirine “divê PKK çi bike ku aktora sereke ye?” Çelkî diyar kir, “PKK pêwîst bû taybet piştî ciddiyeta Tirkiyê, xwe ji wan deveran dûr xistiba û şerekî partîzanî û profesyonel li deverê encam dabûya ku zirar û ziyan negihijin Başûrê Kurdistanê. Baş dibû eger PKKê xwe ji wan deveran dûr xistiba. Eger operasyon berdewam bin ew gund dê vala bibin û xizmeta vê yekê bo PKKê nîne.”

Tirkiyê operasyoneke berfireh daye destpêkirin

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana borî, destpêkirina operasyoneke nû li dijî gerîlayên PKKê ragihand ku navenda wê operasyonê herêma Metîna ye û digihije heta Avaşîn û Basyanê.

Metîna herêmeke stratejîk e ji bo PKKê û Tirkiye hewl dide bi avakirina binkeyên serbazî li wê herêmê tevgera gerîlayên PKKê ya di navbera Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de qut bike.

Berpirsên Kurd hişyariyê didin ku artêşa Tirkiyê li 3 kîlometre nêzikî gundê Kestê serbaz bicih kirine û di operasyonên xwede pêş dikeve bo nav axa Başûrê Kurdistanê.

“Em dê xeta diçe Qendîlê kontrol bikin”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu berî du rojan li ser armanca operasyonên dawîn ragihandibû, “Herêma Metîna devereke girîng e. Weke li Sûriyê, em dê li vir jî binkeyan ava bikin û deverê kontrol bikin. Ev herêm xeta derbasbûna bo Qendîlê ye û em dê vê xetê kontrol bikin.”

Tirkiye ji bo operasyonên xwe yên li nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê û avakirina hejmareke zêde ya binkeyên serbazî, “parastin û dabînkirina ewlekariya sînorên xwe” wek hinceta sereke nîşan dide.

Tirkiyê hejmareke zêde ya binkeyên serbazî li nav axa Başûr ava kirine

Tirkiye jibilî Bakurê Kurdistanê heyameke dirêj e li nav axa Başûrê Kurdistanê jî li dijî gerîlayên PKKê operasyonan pêk tîne û jibilî bikaranîna helîkopter, firokeyên şer, firokeyên bêfirokevan, vê dawiyê dest bi şandina zêdetir hêzên bejayî kiriye û hejmareke zêde ya binkeyên serbazî ava kirine.

“Tirkiye hewl dide herêmeke tampon ava bike”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a PKKê Murat Karayilan jî berî du rojan derbarê êrişên Tirkiyê de ragihandibû, Tirkiye dixwaze, “Şer giran bike, gerîla ji herêmê derxîne û li wan herêman bi cih bibe, herêma tampon çê bike, qada stratejîk dagir bike û bi vî rengî destkeftên gelê Kurd hemûyan bixe bin kontrola xwe.”

Fermandarê NPGê ku ev şer wek hêj “destpêk” binav kiribûn, diyar kiribû, artêşa Tirkiyê li gel her cure teknîkê û derfetên xwe, bi “çeteyên ku ji Sûriye” anîne êrişî hêzên wan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst