Serok Barzanî: Gefa teror û DAIŞê li herêmê maye

05-05-2021
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Mesûd Barzanî Amerîka Brett McGurk Kurd Kurdistab DAIŞ Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî li gel şandeke bilind a Amerîkî civiya û di civînê de şanda Amerîkî silavên taybet yên Serok Biden û Wezîrên Derve û Berevaniya Amerîka gihandin Serok Barzanî û Serok Barzanî jî spasiya Amerîkayê kir ku di destpêka salên notî yên sedsala derbasbûyî de roleke xwe ya bilind di dabînkirina navçeya aram ya ji bo gelê Kurdistanê de hebû. Herwiha Serok Barzanî ragihand ku gefa “teror û DAIŞê li Iraq û navçeyê her maye.”

Serok Mesûd Barzanî îro, 05/05/2021 li Selaheddînê pêşwazî li şandeke hevbeş a Koşka Spî û wezaretên derve û berevaniyê yên Amerîkayê kir ku ji Rêkxerê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê li Koşka Spî Brett Mcgurk û Şêwirmendê Bilind ê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Derick Shole û Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Berevaniyê yê Karubarê Rojhilata Navîn Dana Strol û çend şêwirmendên din ên îdareya Amerîkî pêk dihat.

Li gor daxuyaniya malpera fermî mî ya Serok Barzanî di civînê de ku endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed jî amadebûn, şanda Amerîkî silavên taybet yên Serok Biden û Wezîrên Derve û Berevaniya Amerîka gihandin Serok Barzanî.

Şanda Amerîkî herwiha pêzanînên xwe ji bo wê hevbeşî û hemahengiyê derbirîn ku di salên derbasbûyî de di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê de hebû.

Şanda bilind a Amerîkê tekezî li wê yekê jî kir ku îdareya nû ya Amerîkayê gelek bi başî agahdarê rewş û girîftên Iraq û navçeyê ye û welatê wan pêgirê wê hevbeşiyê dimîne ku li gel Herêma Kurdistanê û hevpeymanên din heye.

Serok Mesûd Barzanî jî di civînê de spasiya Amerîkayê kir ku di destpêka salên notî yên sedsala derbasbûyî de roleke xwe ya bilind di dabînkirina navçeya aram ya ji bo gelê Kurdistanê de hebû û herwiha pêzanîn û spasiyên xwe jî ji bo wê rola Amerîka ya di alîkarkirina Herêma Kurdistan û Iraqê ya di şerê DAIŞê de ragihand.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di civînê de aliyan derbarê rewşa siyasiya navçeyê, proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê yên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexda û aramiya Iraq û navçeyê guftûgo kirin.

Herwiha DAIŞ û gefa terorê mijareke din a hevdîtinê bû li gor daxuyaniyê û derbarê gefên “terorîstên DAIŞê”, Serok Barzanî ew yek bi şanda Amerîkî ragihand ku gefa teror û DAIŞê li Iraq û navçeyê her maye, ji ber ku ew sedemên ku bûne hokarên derketin û bihêzbûna DAIŞê hê jî nehatine çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst