Salih Gedo: Projeyeke Amerîkayê bo Rojava heye!

05-05-2020
RÛDAW
Hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê, wêne: AFP
Hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê, wêne: AFP
Nîşan Amerîka Rojava Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê êdî civînên rasterast di navbera ENKSê û PYDê bi serpereştiya Amerîkayê dest pê kirine. Heftiya bihorî Şanderê Amerîkayê bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) William Roeback ligel 22 partiyên Kurdî civiyabû. Sekretêrê Partiya Çep ku partiya wî beşdarî civîna ligel Roeback bibû, eşkere kir, ku projeyeke Amerîkî ji bo Kurdan heye û dixwaze Kurd bi yekrêzî di proseya siyasî ya Sûriyê de beşdar bibin.

Ev demek e Amerîkayê dest bi civînênn li gel partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kiriye, da ku wan aliyan ji hev nêzîk bike û yekrêziya wan pêk bîne.

Di nava hefteya bihorî de, Şanderê Amerîkayê bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê William Roeback, lige 22 partiyên Rojavayê Kurdistanê civîn pêk anîn. Di heman demê de, hevdîtinên Amerîkiyan ligel ENKS û PYDê jî berdewam in.

Li ser van pêşhatan û bo zanîna naveroka civîn û hevdîtinên şanda Amerîkayê li gel partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, bernameya ‘Çavê Sêyem’ a Radyoya Rûdawê mêvandariya sekreterên 3 partiyên beşdar di van hevdîtinan kir, ku ew jî Sekreterê Partiya Çep, Mihemed Mûsa, Sekreterê Partiya Çepa Demokrat, Salih Gedo, Sekreterê Partiya Roj, Kovan Kinho bûn.

Di dema beşdarbûna bernameya Çavê Sêyem a radyoya Rûdawê de, sekreterên sê partiyên ku ligelAmerîkiyan civiyabûn behsa naveroka wan civînan kirin.

Sekreterê Partiya Çep, Mihemed Mûsa ji Rûdawê re ragihand: “Amerîka dixwaze bi projeyeke baştir û bihêztir dest pê bike, bi şêweyekî ku piştî yekxistina aliyên Kurdî, Kurd û opozisyona Sûriyê jî ji hev nêzîk bibin, da ku rewşa Sûriyê bê çareserkirin.

Mihemed Mûsa herwiha got: “Ya em dizain Amerîka vê carê pir ciddî ye û bi zelalî ji me re gotin Sûriye li pêş guhertinê ye û di vê demê de divê Kurd yek bin.”

Sekreterê Partiya Çepa Demokrat, Salih Gedo jî dide xuyakirin, ku hewldana Amerîkayê ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî ji hev, bi awayekî serekeî di berjewendiya wî welatî bi xwe de ye, lê sûda wê bo Kurdan jî heye.

Salih Gedo got:“Amerîka herdem li pey berjewendiyên xwe digere, madem hewla nêzîkkirina aliyên Kurdî ji hev dide, bêguman serketina vê hewlê di berjewendiya Amerîkayê de ye, hevdem dê sûda wê li pirsa Kurd jî hebe.”

Gedo bêyî ku navê ti kesekî bihîne, hin kesayetên siyasî bi wê yekê tohmetbar dike ku li dijî yekîtî û yekrêziya aliyên Kurdî û rêknekevtinê ne û diyar kir: “Hin siyasetmedar hene berjewendiya wan di lihevhatina partiyên Kurdî de tune ye û hewla têkdana rewşê didin, lê tevahiya gelê me piştevaniya vê pêngavê dike û daxwaza yekrêziyê dike.”

Sekreterê Partiya Roj, Kovan Kinho jî aşkere kir, ku di civîna bi şanda Amerîkayê de, amerîkiyan bi zelalî gotin, ku ew rê nadin ji bilî hêzên HSDê ti hêzeke din li Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê hebe.

Kovan Kinho ragihand: “Me daxwaz kir mafê gelê Kurd di destûrê de bê cîgîrkirin. Amerîkiyan jî bi zelalî got, em nahêlin bi hîç şêweyekî hêzeke din ji bilî HSD li rojhilatê Feratê û Rojavayê Kurdistanê bê dirustkirin û hemû mameleya me dê ligel HSDê be.”

Sekreterê Partiya Roj destnîşan kir, ku şanda Amerîkayê amaje bi helwesta Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hember Rojavayê Kurdistanê kirine û keyfxweşiya xwe nîşan dan, ku ew giringiyê didin Rojavayê Kurdistanê.

Her têkildarî vê mijarê, Kovan Kinho got: “Amerîkiyan gotin, em pir dilxweş in ku Serok Mesûd Barzanî û serok Nêçîrvan Barzanî girîngiyê didin pirsa Rojavayê Kurdistanê û hevaheng in ji bo nêzîkbûna aliyan ji hev.”

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji beşdarên civînan bi dest xistine, bi nêzîkbûna çareseriya siyasî bo kirîza Sûriyê, welatên Hevpeymaniya navdewletî dixwazin aliyê Kurd bi nûneratiyê beşdarî prosesa çareseriyê bibin.

Hewldanên Amerîkayê bo nêzîkkirina aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye, ku şandeke Fransayê jî ji bo heman armancê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û dest bi civîn û hevdîtinên xwe bi partiyên siyasî yên Kurdî re kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst