Konsulxaneya Amerîkayê Remezan bi Kurdî pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê bi hatina meha Remazanê vîdeoyek belav kir û têde bi Kurdî meha Remazanê li xelkê Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 

Di dimên li ser hesabên medyaya civakî ya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatî belavkirin de Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steven Fagin bi Kurdî meha Remazê li xelkê Herêma Kurdistanê pîroz dike.

 

Steven Fagin dibêje “Ez keyfxweş in ku li Herêma Kurdistanê ne me ku di warî dîrokî û kulturî de dewlemend e. Peywendiyên dîrokî yên Amerîka û Herêma Kurdistanê hene. Erka min a li vê derê ew e ku ez têkiliyên xelkê Amerîka û Kurdistanê bihêz bikim.”