Xelkê Mûşê havîn zivistanê bi hev re dijîn

Navenda Nûçeyan - Şêniyên bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê du demsalan bi hev re dijîn.

 

Li Çiyayê Kurtikê yê ku bi qasî 10 kîlometreyî ji navenda bajêr dûr e bi qasî 2 hezar û 200 metre jî bilindahiya we bi berfê spî dike. Welatiyên tên serê çiyê xwe li ser berfê dişimitînin û bi kaşûnê kêf dikin.




Mukaddes Meşeoglu ya mamosteye û ji Eskîşehrê hatiye Mûşê diyar kir ku ew ji bajêr gelekî razî ye û wiha axifî: "Ji erda wê heta mirovên wê gelekî baş in. Ji bo milet bê vê derê gelek sedem hene û lewra hê jî gelek xweşiyên li van deran nehatine kifşkirin. Di nav meha gulanê de li vê derê bi qasî du metreyî berf heye û me bi hevalên xwe re biryar da teştên xwe hilda û em hatin vê derê. Em li vê derê gelekî şa bûn."




Yeşîm Oztekîn a ku ji Kocaeliyê wek mamoste tayînî Mûşê hatibû kirîn jî got ku lazim e her kes bê û vê herêma xweş bibîne.


Hin welatî li ser berfa Çiyayê Kurtikê kêf xwe dikin û zarok jî di kaniyên li Deşta Mûşê da xwe hênik dikin.




Komeke zarokên li çolê şivanî dikirin ji ber germahiya hewayê li gundê Harmanê ketin kaniyê.


Ji zarokan Muhammed Aykut diyar kir ku ew di ava kaniyê de melevaniyê dikin û wiha dewam kir: "Em di meha gulanê de ne û li serê çiyayan hê berf heye lê li deşt germ e. Heywanên me diçêrin û em jî ji xwe re di nav avê de xwe hênik dikin."