Li Amedê brûsk li du kesan ket

05-05-2017
RÛDAW
Nîşan Amed brûsk jin mirî birîndar
A+ A-

Navenda Nûçeyan ­– Li Bakurê Kurdistanê navçeya Çêrmûg a bajarê Amedê du jin ji bo ku xwe ji baranê biparêzin, xwe spartin binê darekê, lê brûsk li darê ket û ji welatiyan yekê jiyana xwe ji dest da û ya din jî birîndar bû.

 

Hewa û Emîne Bozkurt li ser rêya Sêwregê li zeviyekê dixebitîn û ji nişka ve baran bariya. Her du welatî jî xwestin xwe ji baranê bispêrin û xwe spartin binê darê.

 

Lê belê esmanê brûsk lê didan û brûskek jî li dara ku Hewa û Emîne xwe spartibûn wê ket. Her du jin ji aliyê tîmên tedirustiyê ve ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê hatin rakirin.

 

Hewa Bozkurt li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

 

Emîne Bozkurtan jî bi ambulansa helîkopterê, rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst