FLAŞ – PDKê bo referandumê komîte pêk anî!

05-05-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PDKê bo pêkanîna referanduma serxwebûna Kurdistanê komîteyek taybet ava kir.

 

Îro pênşemî 5ê Gulanê Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serpireştiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrva Barzanî û hemû endamên polîtboru û serkirdatiya PDKê civînek li bajarokê Pîrmam a Hewlêrê saz kir.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, di civîna îro de PDKê biryara avakirina komîteyek taybet bi referanduma serxwebûna Kurdistanê da.

 

Endamê Polîtboruya PDKê Arif Tyefûr di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna îro ya PDKê de biryar hat dan ku komîteyek bê pêkanîn, daku bo diyarkirina dema referandumê ligel aliyên Kurdistanî bicive.”

 

Arif Teyfûr got: “Ev komîte tê pêkanîn, daku ligel aliyên din bicive û kirîza siyasî jî dawî pê bê anîn.”

 

Herwiha Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Teter ji Rûdawê re ragihand: “Di vê civînê de behsa rewşa niha ya Kurdistanê hat kirin, lê belê zêdetir behsa Reformên nav partiyê jî hat kirin û komîteyek hat pêkanîn, daku guhertinan di nav partiyê de pêk bîne.”

 

Elî Teter da xuyakirin: “Di civînê de behsa asayîkirina rewşa parlamnetoyê hat kirin û tekezî li ser yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê hat kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst