Demîrtaş ji CHP û MHPê hevkarî xwest

05-05-2016
RÛDAW
Selahattin Demîrtaş
Selahattin Demîrtaş
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş bang li parlamantarên Tirkiyê kir û ji wan xwest ku destekê nedin rakirina parêzbendiya parlamenteran.

Îro civîna HDP û saziyên ser bi wê partiyê ve li Enqerê hate lidarxistin û têde 252 saziyan belgenameya na bo rakirina parêzbendiyê îmza kirin.

 Di civînê de Selahedîn Demîrtaş ew pêngav weke derbeyekê li hemberî parlamantoyê da zanîn û daxwaz ji parlamentarên partiyên din kir piştgiriyê nedin vê pêvajoyê.

Demirtaş got: "Ew kesê li qesrê baş dizane ku astengên li pêşiya wî yeko yeko ji holê rabûn, wî ew rakirin. Niha em tenê mane ku hîn em têk nebirine. Gava ez li dû xwe dinerin û van hêzan dibînim, hêvîdar dibim ku ev rojên tarî dê bi saya wan bi dawî bibin."

Derbarê parêzbendiyan de jî hevserokê Demîrtaş got: "Em ê giş bi hev re bibînin, parêzbendî dê bên rakirin. Lê em careke din dibêjin, ev mijar tenê ne têkilîdarî me ye. Eger mesele tenê meseleya me bûya, dikarî dosyayên me bianiyana û em bidarizandina lê AKPê dixwaze herdû partiyên din jî têxe nava vê pêvajoyê."

Herwiha Hevserokê Giştî yê HDPê amaje kir ku  egera hilbijartina pêşwext û referandûma serokatiyê heye û got: “Lewra divê em giş bi hev re li dijî vê hişmendiyê têbikoşin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst