Viyan Dexîl: Propagenda ji DAIŞê re nekin


Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera kurd a êzîdî di Parlamentoya Iraqê de, Viyan Dexîl nûçeya îdamkirina bi sedan kurdên êzîdî yên di destê DAIŞê de li Mûsilê red kir û daxwaz ji siyasetmedarên Iraqê kir ku bi vî awayî propagenda ji DAIŞê re nekin.

Beriya çend rojan, Parêzgarê Mûsilê Esîl Nucêfî, di rûpela xwe ya Facebookê de ragihandibû ku, roja (1ê Gulanê) li Mûsilê bi sedan kurdên êzîdî yên ku ji meha Tebaxa par ve di destê DAIŞê de ne, ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatin komkujkirin.

Lê Viyan Dexîl di daxuyaniyekê de ragihand: “Mixabin hinek siyasetmedarên parêzgeha mûsilê di çend rojên borî de bi qest yan bêqest destê wan di belavbûna tirseke mezin di nava kurdên êzîdî de, bi rêya belavkirina hinek nûçeyên nerast.”

Dexîl wiha got: “Em hemû dizanin ku vê rêxistinê gellek tawanên hovane bi ser xelkên Iraqê de û bi taybetî bi ser kurdên êzîdî de aniye, lê dîsa nayê qebûlkirin ku  kes wan nûçeyên wan ên derew belav bike.”

Wê parlamentera êzîdî wiha domand: “Belavkirina wê nûçeya ku heta niha nehatiye piştrastkirin, tirseke mezin xist nava malbatên wan kesên ku niha zarokên wan li Mûsilê di destê DAIŞê de ne.”

Viyan Dexîl daxwaz kir ku kes nekeve xefka DAIŞê û propagenda ji wan re neke. Herwiha wêneyek ji daxuyaniya Parêzgarê Mûsilê Esîl Nucêfî ya di rûpela wî li ser Facebookê de, belav kir.

Dexîl ragihand: “Piştî şikestina DAIŞê li ser destê Hêzên Pêşmerge û cengawerên êzîdî, wê rêxistinê dest bi belavkirina nûçeyên derew kir.”


Piştî ku devera Şingalê roja 3ê Tebaxa par ket destê DAIŞê, bi hezaran kurdên êzîdî ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatin revandin ku piraniya wan jin û zarok bûn.




Wêneyek ji daxuyaniya Parêzgarê Mûsilê ku di rûpela xwe de li ser Facebookê, belav kiriye