3 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da

05-04-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Şervan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di qezayekê tafîkê de canê xwe ji dest da.

Şervanên HSDyê Hebûn, Çiya û Leşker Kobanî li ser rêya Reqa- Hesekê di encama qezayekê de canê xwe ji dest da.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê qezayê daxuyaniyek nivîskî bekav kir.

Di daxuyaniya HSDyê de wiha hat gotin:

"Şervanên me Hebûn (Ebdulqadir Ehmed Ehmed), Mihemed Mihyedîn Kenco (Çiya) û Necîb Îsmaîl Keriho Eto (Leşker Kobanî) dema ji bêhndana li cem malbatên xwe vedigeriyan karê xwe li ser rêya Reqa-Hesekê qeza kir û şehîd bûn."

Her wiha di daxuyaniyê de sersaxî ji HSD û malbatên wan re hat xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst