Hewlêr (Rûdaw) - Li gel ku meha Nîsanê ye li parêzgehên Wan û Colemêrgê berf bariya û hişyariya aşût û herîfîna axê hatiye dayîn ku welatî tedbîrên pêwîst wergirin.
Li parêzgeha Colemêrgê îro li navenda bajêr piştî baranê berf bariya û mij û moran çêbû. Mesafeya dîtinê kêm bû û çûnûhatina nav bajêr zehmet bûye.
Saziyên berpirs ji ber îhtimala aşûtê û herîfîna axê hişyarî didin û ji welatiyan dixwazin ku li gorî vê yekê tev bigerin.
Her wiha li navçeya Elbakê yaparêzgeha Wanê jî berf bariya û ji ber berf û pûkê otomobîlên li ser rêya Wan û Colemêrgê rûbirûyî zehmetiyan bûn û di rê de man.
Hat ragihandin ku tîmên şaredariyê dest bi kar û xebatên paqijkirina rêyan kirine.
🌨️Meha Nîsanê ye li Wan û Colemêrgê hîn berf dibare
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 5, 2025
🚐Ji ber berfê wesayît li ser rêya Wan û Colemêrgê di rê de man pic.twitter.com/BBsQI9f9mU
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse