Li Rihayê surprîza DEM Partiyê: Li Meclîsa Şaredariyê yekemîn e

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî, li Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi 33 kursiyan yekemîn e.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê Partiya Yenîden Refahê Kasım Gulpınar bi ser ket û bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê.

Lê DEM Partî li Meclîsa Şaredariyê yekemîn e.

Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ji 86 kursiyan pêk tê û DEM Partiyê 33 kursî standine.

AK Partî bi 29 kursiyan di rêza duyem de ye û Yenîden Refah jî bi 19 kursiyan di rêza sêyem de cih digire.

Li hêla din, 5 kursiyên MHPyê jî hene.

Ji ber ku meclîsên şaredariyan li ser biryaran xwedîdev in dê hejmara kursiyên DEM Partiyê bandorê li biryarên Kasım Gulpınar bike.