Ciwanê ku xwest xwe hênik bike xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanê ku li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ket golê xeniqî.

Li gundê Qadiyê yê Wêranşarê kesê bi navê Şaban Taşkin ê 22 salî ji bo xwe hênik bike ket golê.

Xelkê derdorê yê ku dît Şaban Taşkin di nav avê de diperpite cendirme û tîmên tenduristiyê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê AFAD, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman Şaban Taşkin ji nav avê derxist û ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Taşkin tevî hemû midaxaleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.