Li ser hilbijartinên Erdexanê biryareke nû hat dayîn

05-04-2024
RÛDAW
Nîşan Erdexan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê daxwaza AK Partiyê ya dubarekirina hilbijartinan û ji nû ve hejmartina dengan hat redkirin û berbijêrê CHPyê bû şaredar.

Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de berbijêrê CHPyê Faruk Demîr 5 hezar û 49 deng bi dest xistin û bi ser ket.

Berbijêrê AK Partiyê Yunus Baydar jî 4 hezar û 875 deng bi dest xistin û li hemberî hevrikê xwe yê CHPyî têk çû.

AK Partiyê bi hinceta ku roja hilbijaritinan di dengdanê de hinek karên neyasayî hatine kirin, ji bo ku deng ji nû ve bên hejmartin û hilbijartin werin hilweşandin daxwaznameyek pêşkêşî Lijneya Hilbijartinan a Erdexanê kiribû.

Lijneya Hilbijartinan a Erdexanê daxwaznameya AK Partiyê nirxandibû û biryar dabû ku hilbijartinên Erdexanê 2yê Hezîranê careke din werin dubarekirin lê CHPyê jî îtirazî vê biryarê kiribû.

Lijneya Hilbijartinan a Erdexanê li ser nerazîbûna CHPyê biryar da ku li wê parêzgehê hilbijartin neyên dubarekirin û berbijêrê CHPyê Faruk Demîr mazbatayê bistîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst