Li navçeyeke din a Rihayê dê hilbijartin werin dubarekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser îtiraza AK Partiyê Lijneya Hilbijartinan a Rihayê biryar da ku hilbijartinên şaredariyê yên navçeya Xelfetiyê ya Rihayê 2yê Hezîranê werin dubarekirin.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de namzedê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Xelfetiyê Murat Karayilan ji sedî 39,45 û namzedê AK Partiyê yê Xelfetiyê Şeref Albayrak jî ji sedî 34,97ê dengan bi dest xistibû.

Berbijêrê DEM Partiyê 906 deng ji yê AK Partiyê zêdetir standibûn û di hilbijartinan de bûbû yekem.

Berbijêrê AK Partiyê bi hinceta “dengên betalkirî” zêde ne li Lijneya Hilbijartinan a Rihayê îtirazî hilbijartinan kir.

DEM Partiyê derbarê dubarekirina hilbijartinan de daxuyaniyek da û got:

“Lijneya hilbijartinan a ku bûye baxçeya AKPyê, vê carê bi biryareke skandal hilbijartinên Xelfetiyê betal kirin.

Eşkere ye hikûmet tişta ku nikaribû li ser sindoqan bike bi rêya YSKyê dike û îradeya gel tê tinekirin.

Biryarên hatine dayîn li ber çavê gelê me bêwate ne. Wê ev yek pêk neyê. Em bangî her kesî dikin ku rêzê li biryara gel bigirin.”

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê jî berbijêrê DEM Partiyê bi ser ketibû û li ser îtiraza AK Partiyê Lijneya Hilbijartinan a Rihayê biryar dabû ku hilbijartin 2yê Hezîranê werin dubarekirin.