Demîrtaş derbarê TÎPê de daxuyaniyek da

05-04-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş TÎP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku êdî zelal bûye ku Tifaqa Ked û Azadiyê wê çawa bikeve hilbijartinê got “Em ji hevalên xwe yên Partiya Karker a Tirkiyê re ku ew ê bi amblemên xwe di bin banê tifaqê de bikevin hilbijartinê serkefitinê dixwazin.”

Tirkiye di 14 Gulanê de ji bo hilbijartinên serokkomariyê û parlameteriyê diçe ser sindoqan. Li aliyê din Nîqaşên li ser lîsteya tifaqan berdewam dikin.

Lîsteyên berbijêrên parlamenteriyê wê di 9'ê Nîsanê de pêşkêşî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê (YSK) bên kirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, ragihand ku derketiye holê ku Tifaqa Ked û Azadiyê dê çawa bikeve hilbijartinê.

Demirtaş derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha dibêje: “Piştî nîqaş û nirxandinên dirêj, êdî zelal bû ku dê Tifaqa Ked û Azadiyê çawa bikeve hilbijartinê. Her kesî, me hemûyan nêrînên xwe parve kirin. Piştî vê rêzgirtin û piştgirîkirina biryara hevpar e. Em ji hevalên xwe yên partiya Karker a Tirkiyê re di ku ew ê bi amblemên xwe di bin banê tifaqê de bikevin hilbijartinê serkefitinê dixwazin. Em jî tev bi hev re ji bo ku Partiya Çep a Kesk herî kêm 100 parlameter bişînin parlamentoyê ji dil û can dixebitin.”

Nîqaşên di navbera TÎP û HDP'ê de

Tê çaverêkirin ku partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de beriya ku lîste bên eşkerekirin di 8'ê Nîsanê de bicivin.

HDP’ê ragihand ku ew ê bi Partiya Keskan û Partiya Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) bikeve hilbijartinê. Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) Erkan Baş diyar kir ku dixwazin bi lîsteyeke cuda têkevin hilbijartinê. Lêbelê, di vê rewşê de, li gorî qanûnê divê TÎP herî kêm li 41 parêzgehan namzetan destnîşan bike.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak di nivîsa xwe ya rojnameya Yenî Yaşamê de daxwaza TÎP'ê ya ji bo bi lîsteyeke cuda bikeve hilbijartinê rexne kir.

Demîrtaş jî piştgirî da Kişanak û got “Di vê hilbijartinê de ku yek kursiyek parlamentoyê jî dê pêşeroja me diyar bike. Em bang li hemû sosyalîst û demokratên Tirkiyeyê dikin ku hêzê wergirin û hêzê bidin lîsteyên Partiya Çep a Kesk.

Serokê TÎP'ê Erkan Baş jî bersiva Kişanak û Demîrtaş da û gotibû “Divê piştrast be ku partiya me tenê li parêzgehên ku potansiyela hilbijartina parlamenteran dibîne, bi nêzîkatî li ser bingeha ku zirarê nede tifaqa me û ne jî parçebûna opozîsyonê, beşdarî hilbijartinan bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst