Li 2 gundên Efrînê çekdaran 110 darzeytûn birîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li du gundên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên opozisyona Sûriyê û Erebên hawirde 110 darzeytûnên cotyarên Kurd birîne.

Çavkaniyekî ji herêma Efrînê ji Rûdawê da zanîn ku li gundên Babelûtê û Gewrika 110 darzeytûnên cotyarên Kurd ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê û Erebên hawirde ve hatine birîn.

Li gor heman çavkaniyê, li gundê Babelûtê 40 darzeytûnên cotyarekî hatine birîn û li gundê Gewrika jî 70 darzeytûn hatine birîn.

Hefteya borî, çekdarên Hemzat û Erebên hawirde 300 darzeytûn û darên fêkî yên cotyarên Kurd li gundên Keferdelê û Keferzîtê birîbûn.

Li gor amarên fermî, berî dagirkirina herêma Efrînê, 22 milyon darzeytûn li herêmê hebûn, 270 hezar ton zeytûn berhem dianîn, 55 hezar ton zeyt berhem dianîn û 2 milyon darzeytûn hatine birrîn.

Li gor şarezayên çandiniyê, birîna darzeytûnên cotyarên Efrînê heta niha hîştiye salane 27 hezar 500 ton zeytûn, wate 5500 ton zeyt li cotyarên herêmê ziyan bibin.

Ji bilî lêçûna çandin û xwedîkirina darzeytûnan ji bo çendîn sal ku cotyarên herêmê cefa û ziyana wan kişandine.