Ji Herêma Kurdistanê 8 barhilgir alîkariyên pizîşkî bo herêma erdhejê hatin şandin

05-04-2023
RÛDAW
Ji Herêma Kurdistanê 8 barhilgir alîkariyên pizîşkî bo herêma erdhejê hatin şandin
Ji Herêma Kurdistanê 8 barhilgir alîkariyên pizîşkî bo herêma erdhejê hatin şandin
Nîşan Erdheja Mereşê Herêma Kurdistanê Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 8 barhilgirên ku ji 50 ton derman û kelûpelên pizîşkî pêk tê, ji Hewlêrê ber bi herêma erdjehê ve bi rê ketin.

Roja 6ê Sibata 2023an, du erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbîstana Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin. Li gor amarên fermî, ji ber wan erdhejên Mereşê heta niha zêdeyî 50 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûne. Herwiha bi sedhezaran avahî hilweşiyane.

Alîkariya Herêma Kurdistanê ji bo herêmên ku di erdhejê de zirar dîtine berdewam dike.

Îro Çarşemê 5ê Nîsana 2023yan ji Hewlêrê 8 barhilgir derman û kelûpelên pizîşkî yên bi giraniya 50 ton bi rê ketin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed û Konsulê Giştî yê Turkiyê yê li Hewlêrê Mevlut Yakut beşdarî çalakiya alîkariyê ya ku li Parka Şanedar a Hewlêrê hat lidarxistin bûn.

Di çalakiya alîkariyê de Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzencî axivî û da zanîn ku Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Tirkiyê kampanyayeke alîkariyê daye destpêkirin.

Saman Berzencî diyar kir ku karwana ji 8 barhilgiran pêk tê û 258 cureyên curbecur derman tê de hene, ji bo ku ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve radestî rayedarên Edeneyê bê kirin, bi rê ket. Berzencî da zanîn ku pişkinîna hemû kelûpelên tendirustiyê û derman hatiye kirin.

Berzencî got: “Me hemû tedbîr girtine ji bo gihandina alîkariyan bi rêya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulxaneya Tirkiyê. Ji bo peydakirina malzemeyên tibbî yên bi kalîte ji mexdûrên erdhejê re, hemû derman û malzemeyên pizîşkî bi parzûna kontrolkirina kalîteyê re derbas bûne.”

Konsulê Giştî yê Turkiyê yê li Hewlêrê Mevlut Yakut jî di daxuyaniya xwe ya li wir de diyar kir ku ji ber erdhejê pêwîstiya welatî wî bi alîkariya navnetewî çêbûye û yek ji wan welatên ji destpêkê ve alîkarî şandiye Herêma Kurdistanê bû û got: “Ji zêdeyî 100 welatan alîkarî bo Tirkiyê hatine şandin.

Yakut diyar kir ku di van xebatên alîkariyê de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di nav aktorên girîng de cih digire û heta niha jî alîkariyên xwe didomîne.

Yakut da zanîn ku 8 barhilgir ku derman û amûrên tenduristiyê hildigirin îro ber bi Tirkiyeyê ve ketine rê û got: “Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya lîsteya pêwîstiyên ku me pêşkêşî wan kiriye de ev tişt hatin berhevkirin. Helbet ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê: Di van barhilgiran de tenê derman û malzemeyên tibbî nînin, di heman demê de hezkirin, dostanî û dilsoziya gelên herêmê ji Tirkiyeyê re hildigirin.”

Yakut li ser navê hemû mexdûrên erdhejê yên li Tirkiyê ji bo alîkariyê spasiyên xwe pêşkêş kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst