Karsazekî Dêrsimî xerciyên neştergeriya Arya 3 salî dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mazgirdê ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, karsaz Hakan Ozer xerciyên neştergeriya keça 3 salî dan, ku malbata wê ji ber hejariyê nikaribû emeliyat bikira.

Di mejiyê Arya Arslan a 3 salî de ku li Mazgirdê ligel malbata xwe dijî, tumor hatiye tespîtkirin û ji bo dermankirinê pereyekî zêde pêwîst bû. Arya bo nexweşxaneyeke Stenbolê hat birin û divê demildest bihata dermankirin, lê malbata wê ji ber hejariyê nikaribû keça xwe derman bikira.

Piştî ku nûçeya rewşa malbatê li ser medyayê belav bû, karsazê Dêrsimî Hakan Ozer peywendî ligel malbatê danî û xerciyên dermankirinê ku bo destpêkê 130 hezar lîre bû, dan.

Bavê Aryayê Yoldaş Umut Arslan, ji bo alîkariyê spasiya Hakan Ozer kir.