Hinartina petrolê ji kêlgeheke Herêma Kurdistanê destpê kir

05-04-2023
RÛDAW
Kêlgeha Petrola Hesîre li Germiyanê. Wêne: Bilind T. Abdullah / Rûdaw
Kêlgeha Petrola Hesîre li Germiyanê. Wêne: Bilind T. Abdullah / Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya hinartina petrolê ji kêlgeha “Hesîre” ya Herêma Kurdistanê ku ser bi îdareya Germiyanê ve ye, destpê kir. Li gor zanyariyên Rûdawê, niha rojane 60 heta 65 hezar tankerên petrolê bo Xormeleyê tên veguhastin.

Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê, Huner Hemîd îro Çarşemê 5ê Nîsana 2023 ragihand ku heşt rojan piştî rawestandinê, proseya berhemanîn û hinartina petrolê ji kêlgeha Hesîre ya li navçeya Kelarê ya ser bi Îdareya Germiyanê ve destpê kir.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, niha piştî derxistin û berhemanîna petrolê, bi tankeran petrol bo Kêlgeha Xormeleyê tê hinardekirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, niha rojane 60 heta 65 hezar tankerên petrolê bo Xormeleyê tên veguhastin.

Li kêlgeha petrolê ya Hesîre, çar bîrên petrolê hene. Peyamnêrê Rûdawê dibêje, li gor zanyariyan rêjeya petrola du ji wan bîran daketiye, ji ber ku di demên bihorî de av tevli petrola wan du bîran bûye, lewra jî niha ji du bîrên din petrol tê derxistin.

Nêzîkî beriya salekê, 35 hezar bermîlên petrolê di rojekê de li kêlgeha Hesîre dihat derxistin, lê bi gotina peyamnêrê Rûdawê Huner Hemîd, niha ew rêj bo 14 hezar bermîlan di rojekê de daketiye.

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhan a Tirkiyê, ji ber biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya Parîsê hatibû rawestandin.

Duh piştî 12 rojan ji rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê civiyan, û piştî wê civînê di merasîmekê de şandên her du aliyan rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê îmze kirin.

Şofêrê tankereke petrolê ku ji kêlgeha Hesîre ve petrolê dibe Xormeleyê, ji peyamnêrê Rûdawê re axivî û got, duh demjimêr 09:00ê serê sibê ew hatine agahdarkirin ku dikarin dest bi veguhastina petrolê bikin û derdora saet 01:00 îro wan dest bi veguhastina petrolê kiriye.

Li gor agahiyên Rûdawê, 1060 şofêr li kêlgeha petrolê ya Hesîre kar dikin. Peyamnêrê Rûdawê dibêje, rojane nêzîkî 60-65 tankerên petrolê dişînin Xormeleyê û ji wê derê jî bo Bendera Ceyhan a Tirkiyê tê veguhastin.

Kêlgeha Hesîre dikeve bajarokê Serqela li sînorê Germiyanê. Ji roja 25ê Adarê ve veguhastina petrolê ji wê kêlgeha petrolê ve hatibû rawestandin. Lê belê berhemanîn û veguhastina petrolê ji kêlgeha petrolê ya Çiyasorx li bajarokê Qoretû li Germiyanê nehatiye rawestanin û rojane 6 tankerên petrolê bo parzûngehên Silêmaniyê tên veguhastin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst