Li Amedê şerê bi kêran: 2 kuştî û 2 birîndar

05-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Yenişehîr Şerê bi kêran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yenişehirê ya Amedê di şerê bi kêran ê du koman de 2 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Duh Duşemê li navçeya Yenişehîrê li rawestgeha minîbusan a li ser Kolana Yaşar Kemal di navbera du koman de ji ber sedemeke hêj nehatiye zanîn, şerê bi kêran derket.

Di şer de E.A, V.E, A.P. û B.E. bi derbeyên kêran birîndar bûn.

Li ser agdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên 112 Bilez û yên polîsan bo cihê bûyerê hatin şandin.

Ji birîndarên bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr, V.E. û E.A. ligel hemû midaxeleyên bijîşkî ji mirinê rizgar nebûn. Dermankirina A.P. û B.E. jî didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst