Li Rihayê qeza: Şofêrekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê şofêrek ji ber ku otomobîla wî têk çûye li kêleka rê rawestiyaye û otomobîlek din hatiye li şofêr daye û di encam de wî şofêrî canê xwe ji dest daye.

Li gor agahiyan li ser rêya navbera navçeya Bêrecûkê û Rihayê 5ê Nîsana 2023an ji ber otomobîla wî têk çûye şofêrê bi navê Ismail Aslan li kêleka rê rawestiyaye û otomobîleke din hatiye lê daye.

Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û polîsan çûne cihê bûyerê û li gor lêkolînê şofêr li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Şofêrê otomobîla ku li Ismail Aslan daye jî hatiye desteserkirin.