Li Ezazê di navbera 2 grûpên opozisyona Sûriyê de şer derket

05-04-2023
Hisên Omer
Li Ezazê di navbera 2 grûpên opozisyona Sûriyê de şer derket
Li Ezazê di navbera 2 grûpên opozisyona Sûriyê de şer derket
Nîşan Ezaz Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzeke navbênkariyê ku hewl dide derbazî nav bajarê Ezazê li bakurê Helebê bibe da ku şerê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê rawestîne.

Ji roja sêşemê ve, şer û pevçûn bi çekên giran di navbera her du grûpên çekdar ên bi navê Ketîbeya Hesano ku beşeke ji Komeleya el-Şehba bi fermandariya Rhmed Ebû Zêd Hesano û Lîwaya Bahoza Bakur derketine.

Li gor zanyariyên ku ji navçeyê bi destê Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, di şer de herî kêm 2 kes hatine kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Rebîh el-Şehar, şarezayê karûbarên grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa sedema dubarebûna şer grûpên çekdar xwe bi xwe kir.

Şarezeyê karûbarên grûpên çekdar Rebîh Şehar got "Çima grûpên bi navê Artêşa Niştimanî ya girêdayî Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê şerê hev dikin? Çima?

Ji ber ew bandên çeteyan ên malbatî eşîretî û terorîstî ne û tawankar û noker in û xizmeta berjewendiyên Tirkiyê dikin, û girêdayî berjewendiya Îstîxbarata Tirkiyê ne û li jêr fermana wê ne, û şerê hev dikin ji ber berjewendiyên madî wekî qaçaxiya bi mirovan, qaxaxiya bi madeyên hişbir, û siziya alîkariyên mirovî, û destdirêjiya li dijî gelê ku li jêr dagîrkeriya wan û dagîrkeriya serwerên wan ên Tirk de ye."

Li gor çavkaniyên xwecihî şer û pevçûn piştî wê yekê derketine dema ku çekdarekî Ketîbeya Hesano şer li gel hejmarek koçberên bajarokê Heyan kiriye ku ji bo wergirtina alîkariyê li nav kampeke rojhilatê Îzazê kom bûbûn. Piştî şerê li nav kampê, şer û pevçûn bi çekên giran di navbera çekdarên Heyanê û Ketîbeya Hesano de derketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst